YE 3 milyon û nîv hezar Euro ji bo vegerandina bi dilê xwe ya koçberên li Belarûsê vediqetîne

24 mijdar 2021 17:59
YE 3 milyon û nîv hezar Euro ji bo vegerandina bi dilê xwe ya koçberên li Belarûsê vediqetîne

PeyamaKurd – Seroka Komîsyona Yekitiya Ewropa (YE) diyar kir, YE wê 3 milyon û 500 hezar Euro ji bo vegerandina bi dilê xwe ya koçberên li Belarûsê veqetîne.

Seroka Komîsyona YEyê Ursula von der Leyen di beşdarbûna civîneke li Parlamentoya Ewropayê de da zanîn: YE, hewla dabînkirina hevkariya mirovî ji bo koçberan û vegerandina wan dide.

Ursula von der Leyen, ji ber vegerandina koçberan pesnên hewldanên hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê da û eşkere kir: ‘‘YE, bi hemahengiya li gel saziyên Netewên Yekbûyî, kar li ser vegerandina koçberên din ên li Belarûs bo welatên xwe didin.’’

Komîsyona YEyê destnîşan kir, YE, 3 milyon û 500 hezar Euro zêdetir pare ji bo vegerandina bi dil a koçberan cuda kiriye.

Ursula von der Leyen dide zanîn, krîza koçberên li Belarûs hewldaneke hikûmeta wî welatî ye ji bo çûyîna koçberan ji Ewropayê re, ku neseqamgiriyê li rewşa welatên Ewropayê ava bikin.

Hefteya borî, 431 koçberên neyasayî ji Belarûs, bi rêya geşteke esmanî ya taybet bi dilê xwe vegeriyan Iraq û Herêma Kurdistanê.