YAyê mijara qanûna budçe û mafên aborî yên Herêma Kurdistanê disopîne
PeyamaKurd – 3 parlementerên Parlementoya Awrûpayê ragihandin ku ew ji bo destekê bidin mafên Herêma Kurdistanê yên darayî û qanûna budçeyê mijaran dişopînin.
Her 3 parlementerên Parlementoya Awrûpayê Andreas Schneider, Nicolas Wilmsen û Francois Alphonse, di 11ê mehê de ragihandinekî nivîskî kirin û tê de ji berpirsên karên derve û siyaseta ewlehiyê yên Yekîtiya Awrûpayê kirin û gotin ku ew mafên Herêma Kurdistanê yên darayî û qanûna budeçeyê dişopînin.
Parlementer 2 pirs ji berpirsên karên derve û siyaseta ewlehiyê ya Yekîtiya Awrûpayê pirsîn. Yek ji wan di derbarê biryarên dadgeha federal ya Iraqê de bû ku biryarên xwe kirine biryarên siyasî.
Di daxwuyaniyê de gotin ku tevî di serê sala 2023an de di navbera Erbîlê û Bexdayê de peymana budçê hatiye îmzekirin (2023-2025) û di peymanê de heye ku ji terefê parlementoya Iraqê de û encumena wezîran ya Iraqê de hatiye tesdîqkirin lê tevî wan jî Hukumeta Herêma Kurdistanê di mijarê de heya niha para xwe nestendiye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin