'Yasaya bo proseya aştî hat amadekirin'
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek ragihand ku di demek nêzîk de yasaya der barê proseya aştiyê de wê were şandin bo parlamentoyê. Rayedarekî DEM Partiyê jî eşkere kir ku ji hêla Wezareta Dadê ve yasayeke hat amadekirin.
RûpelNews - Li Tirkiyeyê ev demeke di navbera DEM Partî û hikûmeta Tirkiyeyê de nîqaşa gavên di çarçoveya proseya aştiyê de tên payîn ku bên avêtin tên kirin. Gilî û gazinda aliyê Kurd ew e ku gavên yasayî nayên avêtin.
Der barê mijarê de daxuyaniyekê ji hêla Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek ve hat dayîn.
Akin Gurlek li bajarê Rîzeyê der barê vê yekê de ragihand yasa di demeke kurt de dê bê parlamentoyê û wiha axivî: "Ber bi 'Tirkiyeyeke ji terorê azad' ve gavên girîng tên avêtin, û bi xêra Xwedê pêşnûmayasayek dê di pêşerojeke nêz de pêşkêşî Parlementoyê were kirin. Em niha gihîştine xaleke krîtîk, piştî ku me gelek astengî bêyî ti bûyer derbas kirine, û em nêzîkî qonaxên dawî yên projeya dewletê ya vê sedsalê dibin. 'Tirkiyeyeke ji Terorê Azad' yek ji qonaxên herî girîng ên 'Tirkiyeyê ya Sedsalê' ye ku em dê bi yasayê bibin serî û bigihijin armanca xwe."
Ji hêla din ve rayedarekî DEM Partiyî ku navê wî nehat eşkerekirin ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û da zanîn ku ji hêla wezaretê ve yasayek hat amadekirin ku bê şandin bo parlamentoyê digel vê hefteya bê şandeya DEM Partî dê here girava Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re dê hevdîtinekê bike.
