Xwepêsandanên Îranê dîsa daketin kolanan!

20 berfanbar 2022 14:59
Xwepêsandanên Îranê dîsa daketin kolanan!

PeyamaKurd Xwepêşandanên li Îranê di 17ê Îlonê de, piştî kuştina Jîna (Mahsa) Emînî destpê kiribûn, danê êvarê bi qîrîna dirûşmên li dijî hikûmetê ji pace û balkonan berdewam kirin.

Li gorî dîmenên belavbûyî, girseya gel li bajarê Reştê ku navenda îdarî ya parêzgeha Gîlanê ye, bi girtina kolanan û bi qîrîna dirûşmeyan dest bi meşê kirin.

Di hin wêneyên ku tê îddîakirin aîdî deverên cuda yên bajêr in de, tê dîtin ku xwepêşanderan li ser rê agir pêxistin û sloganên dijî rejîmê berz kirin.

Di dîmenên ku tê gotin li bajarê Kerec ê ser bi parêzgeha Elborzê ve hatiye kişandin, komên qelebalix li ser cade û kolanan bi dirûşmeyên dijî hikûmetê dimeşin.

Komên ku li cihên wekî Kolana Cemalzade û Tahranpars a paytext Tehranê xwenîşandan li dar xistin, bi dirûşmeyên li dijî hikûmetê daxwaza berdana girtiyên siyasî kirin.

Tedbîrên berfireh ên ewlehiyê yên hêzên ewlehiyê li derdora Meydana Velîasr a Tehranê bal kişand.