Xwendekarên zanîngehan rejîma Îranê protesto kirin

21 îlon 2022 22:01
Xwendekarên zanîngehan rejîma Îranê protesto kirin

PeyamaKurd – Protestoyên li dijî rejîma Îranê yên ku piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî dest pê kiribûn, bi taybet pêşengiya xelkê bajarên Rojhilatê Kurdistanê li nav bajarên Îranê jî di roja xwe ya 6an de berdewam dikin. Heta niha ji ber destwerdan û gulebarana rasterast zêdetirî 10 kes hatine kuştin û bi sedan xwepêşander jî birîndar bûne.

Piştî xwepêşandanên xelkê sivîl û Kurd li dijî kuştin û serkutkirina hêzên rejîmê xwendekarên zanîngehan jî derketin kolanan û dest bi protestoyan kirin.

Li bajarê Tehranê jî li Zanîngehên Tehran, Ilm û Sen`et û Zanîngeha Bihîştî xwendekaran xwepêşandan li dar xistin û diruşmên dijî rejîma Îranê qerîyan.

Herwiha xwendekarên zanîngehên Tewrêz û zanista pizîşkî ya wî Tewrêzê jî kombûna nerazabûnê li dar xistin.

Li zanîngeha Harezmî ya bajarê Kerecê jî xwendekaran bi hilgirtina pankard sloganên li dijî rejîmê çalakî li dar xistin.

Li bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê jî di navbera xwepêşander û hêzên rejîmê de, şer û pevçûn rû didin ku xortekî Kurd ê bi navê Fercad Derwîşî bi guleyên hêzên rejîmê hatiye kuştin.