Xosnaw: Ji bo sewata Lengeyê lijneyeke lêkolînê hate avakirin
PeyamaKurd - Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw destnîşan kir ku gumana wan heye ku şewata Bazara Lengeyê ji aliyê hin kesan ve hatibe derxistin.
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw di daxuyaniya çapemeniyê de li ser mijara şewata Bazara Lengeyê pirsên rojnamevanan bersivand.
Xoşnaw diyar kir ku li ser vê şewatê gumanên wan hene û berdewam kir:
"Sedemên şewatên berê diyar bûn, lê belê em vê carê bi guman in ku ji aliyên hin kesan ve hatibe şawitandin. Ji ber van gumanan jî lijneyek hatiye avakirin da ku li ser şewatê lêkolînan bike. Ew ê encamên lêkolînan bi raya giştî re jî bêne parvekirin."
Di 27ê Sebatê de agir bi Bazara Lengeyê ketibû û herî kêm 200 dikan şewitîbûn û di 8ê Avrêlê de careke din agir bi bazarê ketibû û dîsa gelek xesar gihiştibû dikanan.
Ev şewatên li dû hev bûbû sedem ku gumanên sabotajê çêbibin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin