Komîteya Lêkolînê sedema sewata hola dawetê eskere kir

01 cotmeh 2023 16:37
Komîteya Lêkolînê sedema sewata hola dawetê eskere kir

PeyamaKurd - Komîteya Lêkolînê ya Wezareta Navxwe ya Iraqê, îro 1ê Cotmehê encamên lêkolînên xwe yên li ser bûyera şewata hola dawetê ya Hemdaniyê eşkere kir.

Şêwirmendê Wezîrê Navxwe yê Iraqê Lîwa Kazim Selman Buhan di civîneke rojnamevanî de ragihand ku derketiye holê bûyer ji ber yariyên agirî (fîşekên hewayî) derketiye.

Buhan got: “Ji ber ku li bin banê holê sandwich panel û madeyên din ên plastîk hebûn, agir zû pê ket û hilweşiya. Hol bi qumaşê saten hatibû xemilandin ku zû agir pê dikeve, herwiha di holê de gelek vexwarinên alkolî hebûn.”

Şêwirmendê Wezîrê Navxwe yê Iraqê da zanîn, li wê holê dereyekî taybet ê ji bo bûyeran û derketinê tune bûye û ji ber yariyên agir ku bilindiya wan 4 metreyan bûye, bin banê holê şewitiye.

26ê Îlon ê dema ahengeke zewacê ya Suryanên qeza Hemdaniyê ya Mûsilê, şewat derketibû û zêdetirî 100 kesan can dabû û du sed kes jî birîndar bûbûn.