Xezelî: Hesda Seibî biryar daye êrîsên xwe yên li Iraqê zêde bike

15 hezîran 2021 13:33
Xezelî: Hesda Seibî biryar daye êrîsên xwe yên li Iraqê zêde bike

PeyamaKurd – Milîsên Heşda Şeibî, biryar dane êrîşên xwe yên li ser berjewendiyên Amerîkayê yên li Iraqê zêde bikin.

Li gor çapemeniya Iraqê daye zanîn, Emîndarê Giştî yê Milîsên Esayîb Ehlî El Heq Qeys Xezelî diyar kiriye: ‘‘Komên eniya Muqawem (Parastin) ti demekî dest ji helbijardeya şerê leşkerî li dijî hêzên Amerîkayê bernadin, heta ku ji Iraqê dernekevin.’’

Qeys Xezelî destnîşan kiriye: ‘‘Milîsên eniya Muqaweme, biryara zêdekirina êrîşan li hember Amerîkayê daye û pêwîst e Amerîkî bizanin ku em amadene bo bersivdanê.’’

Xezelî ti nirxek ji bo artêş û hêzên ewlehiya Iraqê nedaniye û eşkere kiriye: ‘‘Heşdî Şeibî take saziya leşkerî ya rewa û yasayî ya Iraqê ye.’’

Ev daxuyaniya Qeys Xezelî, piştî wê yekê hat ku di heyama hefteyekê de, fermandarê Hêza Quds a Îranê Îsmaîl Qaanî du caran serdana Bexdayê kir û li gel rêveberên milîs û aliyên Şîe civiya.

Enîya Muqaweme ji aliyên Îran piştevaniya wan a leşkerî û darayî dike, kom û milîsên Şîe yên Iraq, Sûriyê, Lubnan û Yemenê pêk tê.