'PKK û Hesda Seibî ji bo Singalê kêseyên mezin in, Kazimî nikare ti biryarekê derxe'

05 sibat 2021 21:50
'PKK û Hesda Seibî ji bo Singalê kêseyên mezin in, Kazimî nikare ti biryarekê derxe'

PeyamaKurd - Parlamentera berê ya Kurdên Êzidî li Parlamentoya Iraqê, Viyan Dexîl da zanîn ku heta niha rêkeftina Şingalê ya di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de nehatiye bicihkirin û got, “Komên bi ser PKK û Heşda Şeibî ve kêşeyên mezin ji bo xelkê Şingalê derxistine holê û bajêr wêran e û dest bi ti hewldanên avakirinê nehatiye kirin.”

Viyan Dexîl di bernameya K24ê de bibîr xist ku biyar e sibe bi merasîmekê rufatên 104 şehîdên destê DAIŞê, bo gundê Koço werin vegerandin û werin veşartin û got: “Ji aliyê hikûmeta Iraqê ve xemsariyeke mezin heye li ser çarenûsa windabûyên Êzidî û piştî şeş salan, hê jî nayê zanîn kî maye û kî hatiye şehîdkirin.”

Viyan Dexîl li ser mijara budceya 2021ê ku li Parlementoya Iraqê tê gotûbêjkirin da zanîn ku budceya ku ji bo parêzgeha Neynewa hatiye terxankirin, ti pişkeke wisa mezin ji bo avakirina Şingalê nehatiye terxankirin ku ji sedî 80yê bajêr wêran bûye.

Viyan Dexîl got: “PKK û milîsên Heşda Şeibî, kêşeya mezin a navxweyî ji bo xelkê Şingalê çêkiriye û li ber asayîkirina rewşa wê deverê, bûne rêgir.”

Dexîl li ser rêkeftina Şingalê wiha axivî: “Rêkeftina Şingalê di navbera Hewlêr û Bexdayê de hat îmzekirin, lê heta niha ev rêkeftin nehatiye cîbicîkirin. Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarî yên Iraqê, ku Serokwezîr Mistefa Kazimî ye, heta niha nikare biryarekê derxe ji bo derxistina Heşda Şeibî û PKKê ji Şingalê û ji aliyê îdarî ve jî nekarîne qaymeqamekî nû ji bo navçeyê destnîşan bikin.”

Viyan Dexîl di dawiyê de got: “Li gor rêkeftinê biryar bû, hêzeke ewlehiyê li Şingalê were pêkanîn, ku 2500 kes bin û beşek ji wan ji awareyan bin, lê heta niha ew hêz jî nehatiye amadekirin û her yek ji PKK û Heşda Şeibî û artêş û polîsê federalî û çendîn grûp û tîmeke din a çekdar li nav Şingalê mane û derneketine.”