Xelkê Siweydayê cardin banga bicihkirina biryara 2254 û hilwesandina rejîma Esed kir

04 berfanbar 2023 23:24
Xelkê Siweydayê cardin banga bicihkirina biryara 2254 û hilwesandina rejîma Esed kir

PeyamaKurd – Li herêma Siweyda ya Sûriyê zêdetirî 100 roj in xwepêşandanên li dijî rejîma Sûriyê berdewam dikin û her roj xelk li meydana Kerame ya bajêr dicivin.

Îro 4ê Kanûnê careke din li qada Kerame xwepêşandan hate kirin û xelkê Siweydayê banga mafên xwe yên rewa û xistina deshilata Beşar Esed kir.

Xwepêşanderan herwiha dubare daxwaza bicihkirina biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2254 a bo çareseriya siyasî ji krîza Sûriyê re kir û doh 3yê Kanûnê jî avahiya partiya Baas a li bajarokê Zîbîn bi temamî xistin bin kontrola xwe.

Hate ragihandin ku wê xwepêşanderên li bajarokê Zîbînê bi xwepêşandanên aştiyane heta bigihin armanca xwe avahiya partiya Beasê radest nekin.