Serozwezîr Barzanî banga bicihanîna pêwîstiyên jiyanê yên xelkê kir

29 adar 2020 12:30
Serozwezîr Barzanî banga bicihanîna pêwîstiyên jiyanê yên xelkê kir

PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî civîneke taybet ji bo nixandina rewşa aborî û bicihkirina rêkarên rûbirûbûna vîrusa Korona li dar xist.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi riya vîdyokonderansê serperiştiya civîneke taybet bi nixandina rewşa aborî û bicihkirina rêkarên rûbirûbûna vîrusa Korona kir.

Di  civînê de, ku Cîgirê Serokwezîr Qubat Talebanî û hejmarek ji wezîrên pêwendîdar amade bûn, guftûgo derbarê dawî pêşhatên rewşa tenduristî û planên hikûmetê hatin kirin, bo rûbirûbûna vîrusa Korona û bandorên wê li ser aboriya Herêma Kurdistanê û daketina nirxê petrolê li bazarên cîhanê.

Serokê Hikûmetê destxweşî li dam û dezgehên pêwendîdar ên hikûmetê kir, ku hemû karînên xwe xistine ji bo parastin û selametiya welatiyan.

Barzanî tekezî li dabînkirina pêwîstiyên rojane yên xelkê bi taybetî xurekê kir.

Herwiha di civînê de karên Komîta Xwarek û Derman hat gengeşekirin û tekezî li rêkxistina xerciyan hat kirin, ji bo rûbirûbûna qeyrana darayî.

Herwiha amaje bi girîngiya berdewambûna pêwendî û hevahengiya bi Hikûmeta Federal re hat kirin.