Xelkê Siwêdayê 16 roj in rejîma Esed protesto dike: Peykerê Esed hat hilwesandin

05 îlon 2023 00:10
Xelkê Siwêdayê 16 roj in rejîma Esed protesto dike: Peykerê Esed hat hilwesandin

PeyamaKurd -  Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku protestoyên li Siwêdayê di roja xwe ya 16an li dijî hikûmeta Şamê ya rejîma Esed dewam dikin.

SOHRê daye xuyakirin ku xwepêşandêr daxwazên xwe li qada “Kerameyê” ya Siwêdayê dubare kirin ku çareseriyeke siyasî li gor biryara 2254 û bi çûyîna Esed ji qeyrana Sûriyê re pêk were.

Xwepêşanderan herwiha banga azadkirina girtiyan û başkirina rewşa jiyana kir.

Malpera Siwêda 24 jî dîmenek belav kir ku xuya dibe, xwepêşandêrên li qada Kerame peykerê Hafiz Esed hilweşandine û wêneya Hafiz Esed ji avahiyeke hikumetê ya ku berî bi dehan salan hatiye avakirin tê jêkirin.

Herwiha li bajarê Şehba yê bakurê Siwêdayê jî xwepêşandaneke protestoyî hate kirin. Xwepêşandêran pankartên "Tenê gelê Sûriyeyê pêşeroja wê diyar dike", "2254 rêya tekane ya pêkanîna armancên gelê Sûriye, aştî û aramiyê ye" û “Li qada rûmetê, ne li daristanên Ewropayê li hev kom dibin” bilind kirin.