Xelkê Kerkûkê: Parêzgar hewil dide ku Kurd cih û warên xwe biterikînin
PeyamaKurd-Li Kerkûkê xwepêşandanên ji bo qutbûna av û elektrîkê yên li herêmên Kurdan, didomin. Xelkê Kerkûkê destnîşan dike ku li herêmên Kurdan, ji bilî guhertina demografiyê û qutkirina av û elektrîkê; Parêzgarê Kerkûkê hewil dide ku Kurd ji herêmên xwe derkevin.
Xelkê li ser sînorên Pirdê yên Kerkûkê ku 10 roj in bê av û elktrîk in, didin zanîn ku hemû hewil ew e ku Kurd cih û warên xwe biterikînin. Li gorî ragihandina welatiyan, ji ber ku ew naxwazin cihê xwe biterikînin, Parêzgarê Kerkûkê jî li ser wan av û elektrîkê qut dike. Li gorî agahiyên ku xwepêşandêr didin; rojane kêmtirî 2 saetan elektrîkê didin 15 gundên Pirdê û xelkê herêmê ji rewşê nîgeran bûne.
Xwepêşandêrên ku nerazîbûnên xwe didomînin, rêya sereke ya navbera Hewlêr û Kerkukê girtiye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin