Xelkê Îdlibê bifikarin li ser operasyona Artêsa Sûriyê

20 tebax 2018 02:48
Xelkê Îdlibê bifikarin li ser operasyona Artêsa Sûriyê

PeyamaKurd -  Operasyona Artêşa Sûriyê ji bo kontrolkirina başûrê welat bi dawî bû, niha yekane devera ku li Sûriyê di destê hêzên opozîsyona Erebên Sunî de ye, parêzgeha Îdlib a li bakurê rojava ye.

Piraniya pispor û xelkê herêmê dibêjin ku pirsyar êdî ne ew e ku gelo rejîm û hevpeymanên wê êriş bikin ser Îdlibê yan na, êdî pirsyar ev e ku dê kengî êriş bikin? Lê belê di civînên siyasî yên navbera welatan de mijar ev e ku çawa dikarin rê li ber wê êrişê bigrin.

Li gor amarên Neteweyên Yekbûyî, di navbera 2.5 heta 3.3 milyon kes li parêzgeha Îdlibê niştecih in, ji vê hejmarê 1.2 milyon kes awareyên parêzgehên din in, ku dike %25ê hemû awareyên Sûriyê. Zêdetirî %10ê niştecihên Sûriyê li Îdlibê dijîn, di demekê de weke aliyê rûberê ve parêzgeha Îdlibê %4ê axa Sûriyê pêk tîne û piraniya parêzgehê devêrên gund û çandiniyê ne.

Tirkiye yekane cîranê derve yê Idlibê ye û di nav 7 salên derbasbûyî de zêdetirî 3.5 milyon koçberên Sûrî hewandine, niha jî Enqere sînorên xwe girtine û ne amade ye ku koçberên din ên Sûrî werbigre.

Niha Îdlib weke yekane navenda sereke ya opozîsyona Erebên Sunî ya Sûriyê maye û 70 hezar çekdar têde hene, tê payîn ku şerê navbera opozîsyon û artêşa Sûriyê li wê parêzgehê şerekî giran be û qurbaniyên yekem, welatiyên sivîl û ew çend milyon kes bin ku Îdlib weke yekane stargeha wan maye.

 

Salek berê pênc deverên aram li Sûriyê hebûn ku di çarçoveya rêkeftina navbera Amerîka û Rûsyayê de ev navnîşan jê re hatibû dayîn, ji wan çar deveran ku Îdlib, Quneytra, Dera, Xûteya Rojhilat û Hims bû, tenê Îdlib maye ku bikeve destê Artêşa Sûriyeyê.