Xelata Nobela Nojdariyê ya 2020an hat dayîn
PeyamaKurd - Xelata Nobel a Nojdariyê ya 2020an hat eşkere kirin. Mîchael Hoûghaton ê Îngilîz, Harvey J. Alter û Charles Rîce ê Amerîkî ku li ser Hepatît C keşfên nû kiribûn Xelata Nobela Nojdariyê ya îsal wergirtin.
Xelata Nobela Nojdariyê ya 2020an wekî her sal ji aliyê Weqfa Nobelê ve hat dayîn. Akademiya Nobel a li Swêdê Xelata Nobela Nojdarîyê da wan hersê zanyaran ku wek tîmekê li ser nexweşiya Hepatîf C keşfên nû kiribûn.
BREAKING NEWS:
— The Nobel Prize (@NobelPrize) October 5, 2020
The 2020 #NobelPrize in Physiology or Medicine has been awarded jointly to Harvey J. Alter, Michael Houghton and Charles M. Rice “for the discovery of Hepatitis C virus.” pic.twitter.com/MDHPmbiFmS
Li gorî amarên Rêxistina Tendirustiya Cîhanê li tevahiya cîhanê her sal bi qasî 70 milyon kes bi hepatîtê dikevin û nêzî 400 hezar kes jî dimirin ku dibe bîlanço hê jî girantir e.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin