Xatemî: Wê helwesta Amerîkayê gavên me yên din diyar bike

08 rêbendan 2020 16:41
Xatemî: Wê helwesta Amerîkayê gavên me yên din diyar bike

PeyamaKurd – Li gorî daxuyaniyên ji Îranê tên, rêveberiya Îranê êrîşa moşekî ya ser bingehên Amerîkayê de, wekî tolhildana Qasim Silêmanî dinirxîne û bi vê êrîşa ku bandorek li ser hêzên Amerîkî nekiriye jî dixwaze tansîyonê kêm bike. Loma jî li benda pêngav û bersivên Amerîkayê dimîne ku piştî êrîşê tê çaverêkirin îro Serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyaniyekê bide.

Wezîrê Bergiriya Îranê Emîr Xatemî piştî êrîşên şevê din bi ser baregehên Amerîka yên Iraqê de ragihand ku wê gavên wan ên din helwesta Amerîkayê diyar bike.

Li gorî nûçeya Ajansa Tasnim a Îranê Emîr Xatemî piştî civîna encûmena wezîran li Tehranê di civîneke rojnamevanî de, li ser êrîşa wan a moşekî bi ser bingehên Amerîkayê yên Iraqê de gotiye: "Bi şev avêtina bi dehan moşekan, nîşan daye ku hêzên çekdarên Îranê ji bo tolhildanê xwedî vîneke zexm im.”

Li ser pirsa rojanamevanekî ya ‘Moşekên hatine avêtin, gelo bersiva dawî ya bo Amerîkayê ne?’ jî Xatemî wiha gotiye: "Wê gavên me yên dahatûyê girêdayî helwesta Amerîkayê bin.”