Xaneqîn sembola xwe nemir dike.. Peykerê şehîd Leylayê hat danîn
Li bajarê Xaneqînê peykerê têkoşera Kurd şehîd Leyla Qasim hat vekirin. Ev pêngav ji bo bîranîna 52yemîn salvegera şehîdbûna wê ya li ser destê rejîma Baas a hilweşiyayî hat avêtin.
RûpelNews - Leyla Qasim wekî yekem jina Kurd tê hesibandin ku ji ber sedemên siyasî û neteweyî li Îraqê hatiye sêdarekirin (12ê Gulana 1974an), û ev yek bû sedem ku ew bibe sembola cîhanî ya berxwedan û rûmeta jinan.
Bi mebesta bibîranîna Leyla Qasim li bajarê ji dayik bû li Xaneqînê merasîmeke taybet hat lidarxistin û di merasîmê de peykerê Leylayê hat danîn û peyker bo xelkê hat nîşandan.
Sekretera Yekîtiya Jinên Kurdistanê, Zêba Teha, di dema merasîmê de diyar kir ku avakirina vê peykerê "nirxandineke hêja ye ji bo dîroka têkoşîna Leyla Qasim û peyameke mêrxasiyê ye ji bo nifşên pêşerojê derbarê rola jina Kurd di pêvajoya rizgariyê de."
Şaxewan Ebdullah: Şehîd nîşaneya nasnameyê ne
Ji aliyê xwe ve, Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di Parlamentoya Îraqê de, Şaxewan Ebdullah, beşdarî merasîmê bû û pesna vê destpêşxeriyê kir. Wî şehîd Leyla Qasim wekî "mînaka herî bilind a jina ku serê xwe li ber dijmin neçemandiye" wesif kir.
Ebdullah tekez kir ku avakirina abîde û peykerên şehîdan li Xaneqîn û deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê, "belgeya herî bihêz e li ser nasnameya Kurdistanî ya vê axê ya ku bi xwîna fedakariyên kurên wê hatiye avdan."
