Xamineyî efû ragihand: Bi deh hezaran kes, dikevin ber efûyê

05 sibat 2023 23:30
Xamineyî efû ragihand: Bi deh hezaran kes, dikevin ber efûyê

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, rêberê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî, ji bo bi deh hezaran kesên ku ji ber ewlehiyê tên tohmetbarkirin, biryara efûyê daye.

Hat ragihandin ku Rêberê Bilind ê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî, bi deh hezaran girtiyên ku ji ber tawanên ewlehiyê hatine girtin "efû kirine" û hat diyarkirin ku di nav van kesan de gelek berxwedêrên ku di çalakiya Jîna Emînî ya di dema dawî de hatin binçavkirin jî hene lê belê hejmareke zelal a li ser kesên dikevin ber efûyê, nehat parvekirin.

Di agahiyên medyaya dewleta Îranê de hat diyarkirin ku ev efû bi helkefta salvegera Şoreşa Îslamî ya sala 1979an, hatiye derxistin.

Li gorî biryarê, ji bilî kesên ku bi tohmeta sîxuriya ji bo îstîxbarata biyanî, têkiliya rasterast a bi sîxurên biyanî re; kuştina bi qestî yan birîndarkirin, gihandina ziyanê ya mal û milkên dewletê, yên mayî dozên wan hatine efûkirin.