Xamaney: Bi Amerîkayê re ser çênabe...
PeyamaKurd – Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Alî Xamaney ragihand ku ‘Şerê bi Amerîkayê re rû nade’.
Li gorî malpera fermî ya rejîma Îranê, Xamaney di gotareke xwe ya ligel rayedarên îranî de got, dê ezmûnek bi Amerîkayê re bê kirin ku li şûna şer rêbazên çareseriyê derkevin pêş.
Xamaney destnîşan kir, “Pirsgirêk bi awayê leşkerî çareser nabin, çimkî dê şer rû nede. Ne em ne jî ew (Amerîka) şer naxwazin, ew jî dizanin ku dê şer nekin.”
Herwiha Xamaney di heman gotarê de gef jî li Amerîkayê xwar û got, “Rêya gelê Îranê berxwedan e û dê di vê berxwedanê de Amerîka neçar bimîne ku xwe vekişîne.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin