Xamaney: Me silleyek li Amerîkayê da lê ne bes e

08 rêbendan 2020 17:58
Xamaney: Me silleyek li Amerîkayê da lê ne bes e

PeyamaKurd - Rêberê Bilind ê Komara Islamî ya Îranê, Elî Xamaneyragihand, şeva borî bi rêya moşekbarankirina binkeyên Amerîkayê yên li Iraqê, wan silleyek li Amerîkayê daye û got, lê ew ne bes e.

Rêberê Îranê Xamaney da xuyakirin, “me hêj tola xwe hilnedaye.”

Eli Xamaney, bersivdana leşkerî bi tenê çareser nîne û destnîşan kir, “divê hebûna Amerîkayê li tevahiya navçeyê were tunekirin.”

Xamaney diyar kir, ku “daxwaza Amerîkayê ji bo encamdana gotûbêjan nayê qebûlkirin.”


Medya Iranê: ’80 Terorîstên Amerîkî mirin’