Xalid Bîn Selman li Koska Sipî bû
PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump duhî li Koşka Sipî bi cîgirê wezîrê parastinê yê Erebistana Si’ûdî, bi Xalid Bîn Selman re, di mijara Îranê de hevdîtinekî kir. Ragihandina hevdîtinê ji aliyê Xalid Bîn Selman de, di ser hesabê xwe yê twitterê de kir.
Bîn Selman ragihand ku ew li ser fermana welîahdê Erebistanê, li ser fermana Muhammed Bîn Selman çûye Washingtonê da bi serokê Amerîkayê Trump re hevdîtinê bike û peyama welatê xwe bo Trumpî biriye. Di wêneyên Xalid Bîn Selman de tê dîtin ku ji bilî Trump, zavayê Trump û serokê şêwirmendên wî Jared Kushner, şîretkarê ewlehiya Amerîkayê yê Koşkê Robert O'Brien û cîgira şîretkarê ewlehiya Amerîkayê Victoria Coates di civînê de ne.
Koşka Sipî di mijara hevdîtina duhî de ti agahî neda.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin