Testa berdevka Koska Sipî ya McEnany posîtîv derket

06 cotmeh 2020 02:26
Testa berdevka Koska Sipî ya McEnany posîtîv derket

PeyamaKurd – Berdevka Koşka Sipî ya Amerîkayê Kayleigh McEnany piştî testa Trump posîtîv derket, testa xwe da kirin û testa wê posîtıv derket. Berdevk McEnany ragihand ku ew xwe ji niha de xistiye karantînayê û wê karê xwe ji dûr de bike.

McEnany bi awayekî nivîskî li ser rewşa xwe û Kovid-19 ê peyamekî ragihand û weha got:

“Ji roja pêncşemê heya niha daîma testa xwe dikim û temamên testên min ‘negatîv’ derketin. Ti nîşanekî ji nexweşîna Kovid-19 ê bi min re tineye. Lê sibeya duşemê min car din testa xwe kir û ‘posîtîv’ derket. Piştî testa min posîtîv derket, ez dest bi karatînayê dikim û ez ê li ser navê xelkê Amerîkayê ji dûr de xebata xwe dewam bikim.”