WSJ: Li gorî îstîxbarata Amerîkî, Îsraîl plan dike ku êrîsî navendên nukleerî yên Îranê bike

13 sibat 2025 14:26
WSJ: Li gorî îstîxbarata Amerîkî, Îsraîl plan dike ku êrîsî navendên nukleerî yên Îranê bike

PeyamaKurd - Li gorî rojnameya Wall Street Journal (WSJ), îstixbarata Amerîkayê ragihand ku Îsraîl plana êrîşan li ser tesîsên nukleerî yên Îranê dike.

Li gorî rapora WSJê, li gorî agahiyên kesên xwedî agahiyên îstixbaratê, îstîxbarata DYAyê raporek amade kir ku tê de agahî hene ku Îsraîl amadekariya êrîşa li ser Îranê dike.

Di raporê de hat gotin ku metirsiya êrîşeke Îsraîlî ya li ser Îranê, di dawiya dema serokatiya Serokê berê yê DYAyê Joe Biden de zêde bûye.

Di raporê de hat diyarkirin ku di van demên dawî de binesaziya leşkerî ya Îranê lawaz bûye, hişyarî da ku dibe ku çalakiyên leşkerî yên li Rojhilata Navîn zêde bibin.

Rapora duyem a ku ji aliyê îstixbarata Amerîkayê ve hatiye amadekirin, bal kişand ser wê yekê ku Îsraîl xwe amade dike di rojên ewil ên serokatiya Serokê Amerîkayê Donald Trump de êrişî navendên nukleerî yên Îranê bike.

Di raporê de hat ragihandin ku Îsraîl plan kiriye ku "êrîşên girîng" li ser tesîsên nukleerî yên Îranê bike da ku Îranê qels bike.

Kesên ku bi raporta îstixbaratê dizanin gotin ku Trump ji Biden bêtir piştgirîya êrîşan dike, ji ber vê yekê Îsraîl dikare ji bo piştgirîyê zextê li rêveberiya Trump bike.

Herwiha hat diyarkirin ku di êrîşan de Îsraîl hewcedarê piştgirî û cebilxaneya leşkerî ya Amerîkayê ye.