WSJ: Armanca serdana Ratcliffe ya Moskowê hişyarkirina Rûsyayê bû
Hate îdiakirin ku serdana veşartî ya Rêveberê CIAyê John Ratcliffe a vê hefteyê ya bo Moskowê, ji bo hişyarkirina Rûsyayê li dijî egera êrîşên li ser welatên NATOyê bû.
RûpelNews - Berpirsên Amerîkî yên ku ji Wall Street Journal (WSJ) re axivîn, gotin ku serdan piştî nirxandinên îstixbarata Amerîkayê pêk hatiye ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin dibe ku di salên pêş de bi êrîşkirina li ser welatekî NATOyê biryardariya hevpeymaniyê biceribîne.
Nîgeraniyên li ser dewletên Baltîkê
Li gorî rayedarên Amerîkî, Washington nîgeran e ku dibe ku Pûtîn serî li destwerdaneke sînordar bide, ku bi taybetî yek ji dewletên Baltîkê bike armanc.
Tê nirxandin ku destwerdaneke wiha dikare di şiklê êrîşeke sîber an jî operasyoneke bejayî ya biçûk de be.
Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov diyar kiribû ku Ratcliffe li Moskowê bi karbidestên îstixbarata Rûsyayê re hevdîtin kiriye lê bi Putîn re hevdîtin nekiriye.
Serokê DYAyê Donald Trump, di vê navberê de, serdan wekî 'nîv-rûtîn' bi nav kir û îdiayên ku digotin ev serdan bi gefeke leşkerî ya muhtemel a Rûsyayê li dijî NATOyê an jî Brîtanyayê Yekbûyî ve girêdayî ye, red kir.
