Wikipedia ji bo rakirina qedexeya Tirkiyê serî li DMMEyê da

24 gulan 2019 20:50
Wikipedia ji bo rakirina qedexeya Tirkiyê serî li DMMEyê da

PeyamaKurd – 'Ansiklopediya Azad' Wikipedia ku bi hemû zimanên cîhanê weşaneke vekirî û tim naverokên wê têne pêşxistin dike ev du sal in li Tirkiyê hatiye qedexekirin.

Wikipediayê ji bo rakirina qedexeyê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da.

Weqfa Wikimedia ragihand ku ji bo rakirina qedexeya astengkirina ketina malpera Wikipediayê wan serî li DMMEyê daye.

Weqfa Wikimediayê dibêje, naveroka agahiyên ser Wikipediayê di çarçoveya derbirina azadiya ramanê de ne û tim têne pêşxistin bi hevkariya bikarhêneran.

Li gor daxuyaniya Weqfê gelek hewldanên niyetpakî yên bo rakirina qedexeyê çêbûne, lê dîsa jî Tirkiye hîn wê qedexeyê raneke.

Wikipedia li Tirkiyê ji 29ê Nîsana 2017an ve hatiye qedexekirin û bikarhêner nikarin bikevin wê malperê.