WHOyê hisyarî da: Li Ûkrayna êrîsên ser navendên tenduristiyê zêde bûne
PeyamaKurd - RêxistinaTenduristiya Cîhanê (WHO) derbarê êrîşên Rûsya yên ser Ûkraynayê de daxuyanî da û ragihand, di rojên dawî de êrîşên ser nexweşxane, ambulans û navendên din yên tenduristiyê zêde bûne.
WHOyê herwiha hişyarî da ku pêdivîyên tenduristiyê yên girîng li Ûkrayna êdî kêm dibin û eşkere kir, bi kêmî 9 kes di 16 êrîşên ser navendên tenduristiyê de ji destpêka êrîşên Rûsyayê ve hatine kuştin.
Berpirsa rewşa awarte ya WHOyê li Ewropa Catherin Smallwood di civîneke rojnamevanî de got: “Em ê van hejmaran bi berdewamî nû bikin. Ew di çend rojên dawî de pir zêde bûne.”
Rêvebirê herêmî yê WHOyê li Ewropayê Hans Kluge jî da zanîn, WHO dixebite ku bi lezûbez pêdivîyên bijîşkî bigihîne Ûkraynayê, ji ber ku oksîjen, însulîn, kelûpelên parastina kesane, alavên neştegerîyê û berhemên xwînê kêm bûne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin