WHOyê bîlançoya êrîsên ser navendên tenduristiyê yên li Ukraynayê eskere kir

13 nîsan 2022 00:07
WHOyê bîlançoya êrîsên ser navendên tenduristiyê yên li Ukraynayê eskere kir

PeyamaKurd - Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku ji destpêka şerê Rûsyayê yê li dijî Ukraynayê ve, 108 navendên tenduristiyê yên Ukraynayê rastî êrîşan hatine.

Berdevkê WHOyê Bhanu Bhatnagar civîneke rojnamevanî li ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî saz kir û li ser pergala tenduristiyê ya herêmê û alîkariyên bijîşkî zanyarî parve kirin.

Bhanu Bhatnagar got, ji 24ê Sibatê ve ku şer dest pê kiriye, 108 êrîş dijî navendên tenduristiyê yên li Ukraynayê hatine kirin û herî kêm 73 kes di wan êrîşan de hatine kuştin û 51 kes jî birîndar bûne.

Bernameya Xurekê ya Cîhanê jî da xuyakirin, li Ukraynayê ji 3,1 milyon kesên di bin bandora şer de mane re, bi qasî 590 milyon dolar wê alîkarî bê dayîn.