WHO li ser nirxandina metirsiyên cûreya nû ya Koronayê dicive
PeyamaKurd – Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) li ser nirxandina metirsiyên cûreya nû ya Koronayê îro dicive.
Cûreya nû ya Covid-19ê li Başûrê Efrîqayê hatiye dîtin û tirsa wê yekê heye ku yek ji cûreyên herî xerab ên Koronayê be.
Di civînê de li ser wê yekê were axaftin ku cûreya B.1.1.529 dê bibe metirsî û nîgeranî ji bo cîhanê an wê were kontrolkirin.
Seroka Teknîkî ya WHOyê Dr. Marya Van Kirkov li ser vê mijarê da zanîn: “Em hîn tiştek li ser vê cûreya nû nizanin.”
Herwiha destnîşan kir: “Nîgeraniya me li ser wê yekê ye ku ew cûreya nû bandorê li ser karkirina vîrusê bike.”
Do roja Pêncşemê zanayên li Başûrê Efrîqayê cûreyeke nû ya Koronayê dîtin û li ser nasîna bandorên wê dixebitin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin