Di derbarê cûreya nû ya vîrusa Korona WHO dicive

23 berfanbar 2020 13:31
Di derbarê cûreya nû ya vîrusa Korona WHO dicive

PeyamaKurd – Di derbarê cûreya nû ya vîrusa Korona ya li Brîtanya hatiye dîtin, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) îro dicive.

Li gor zanyariyan, birêveberên WHO dê di civînê de li ser tedbîrên li dijî cûreya nû ya vîrusa Korona danûstandinan bikin.

Herwiha WHO dabû zanîm ku çêbûna cûreya nû ya vîrusa Korona rewşeke normal e û destnîşan kiribû ku hîn tu delîla ku nîşan dide ew cûre kujertir e û nexweşiyê girantir dike tune ye.

Cûreya nû ya vîrusa Korona cara pêşî di 13ê Berfanbarê de li bajarê Kent ya li başûrê Brîtanya hatibû dîtin.