WHO: Karmendên tenduristiyê 18 meh in di navbera mirin û jiyanê de diçin û tên
PeyamaKurd – Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) diyar kir, di şewba vîrusa Korona de, herî kêm 115,000 xebatkarên tenduristiyê can dan.
Serokê WHO Tedros Adhanom Ghebreyesus diyar kir, karmendên tenduristiyê 18 meh in di navbera mirin û jiyanê de diçin û tên. Ew dizanin ku karmendên tenduristiyê bo nexweşên vîrusa Korona, berdelên mezin didin.
Herwiha eşkere kir, hejmareke karmendên tenduristiyê ji destpêka şewbê ve nikarin kelûpelên berevaniyê bi dest bixin û derzî jî negihiştine wan.
Berpirsa WHO destnîşan kir, ji sedî 75 derziyên vîrusa Korona bi tenê yên 10 dewletan e û diyar kir, ger ew bi rêkûpêkî bihatana belavkirin dê têrî hemî karmendên tenduristiyê û kesên temenmezin bikirana.
Tedros herî dawî diyar kir, nebûna derziyan bi awayekî wekhev nebûna derziyan e û da zanîn, ew rewş vîrusê mayinde dike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin