WHO: Em ji belavbûna vîrusa nû û cûreyên wê yên guherî gelek nîgeran in

29 gulan 2021 13:29
WHO: Em ji belavbûna vîrusa nû û cûreyên wê yên guherî gelek nîgeran in

PeyamaKurd – Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) ji ber zêdebûna bi lez a belavbûna cûreyên nû yên vîrusa Koronayê (Covid-19) li welatên Ewropayê nîgeran e û dide zanîn, ew ditirsin vîrus weke li Hindistanê belav bû, li Ewropayê jî belav bibe.

Rêveberê Rêxistina Tendirustiya Cîhanî yê li Ewropayê Hans Kluge eşkere kir; cûreya nû ya vîrusê ku derketiye, ji cûreyên din gelek bileztir belav dibe û heta ku zêdetirî %70yê xelkê derziyê wernegrin, şewba Koronayê dê her bimîne.

Hans Kluge destnîşan kir: “Ez ji belavbûna vîrusa nû û cûreyên wê yên guherî, gelek nîgeran im. Ji ber em dizanin ku cûreya B1617 ji B117 gelek bileztir belav dibe, ango ji vîrusên din ên guherî gelek bileztir belav dibe û zêde dibe.”

Kluge herwiha da zanîn: “Şewb dê her bimîne heta ku herî kêm %70yê xelkê derziyê bi temamî bigrin.”