Ji Obama û Trump daxuyaniyên Pûtîn: Gelekî guherî ye…
PeyamaKurd - Serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama ji kovara The Atlantic re li ser Serokê Rûsyayê Vladimir Putin got: “Pûtînê ku niha ez dibînim, ne weke wî kesî ye ku min di serdema serokatiya Amerîkayê de dîtibû.”
Barack diyar kiriye, “Min pêşbîniya wê yekê nedikir ku ew kesê, min pênc sal pê re xebitiye, niha ketiye nav şerekî xwînî û karesat pêk aniye.”
Obama dibêje: “Beriya pênc salan, min pêşbîniya wê yekê nekir ku Pûtîn wisa êrîşî Ukraynayê bike” û dide xuyakirin, “Kiryarên Pûtîn bûne gef li ser demokrasiyê. Pêşeroja mirovahiyê di bin gefê de ye.”
Herwiha Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump jî li ser Putin ragihandiye ku beriya şerê Ukraynayê, wî wisa bawer dikir ku Pûtîn dê ligel Ukraynayê gotûbêjan bike û dibêje, “dema min dît hêzê dişîne ser sînorê Ukraynayê, ev nêrîn li cem min çêbû ku zîrekane gotûbêjê dike, piştre dema Putin şer ragihand, ez mat mam.. Pûtîn gelek guheriye, ji ber vê cîhan jî gelek guherî.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin