WHO: Armanca me bi Îlona 2022an re ji sedî 70 welatiyên her dewletekê derziyan werbigirin
PeyamaKurd – Serokê Rêxistina Tendirustiya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus diyar kir, armanca sereke ya WHO ya têkoşîna li dijî vîrûsa Koronayê ew e ku heta Îlona 2022an ji sedî 70 welatiyên her dewletekê derziyê werbigirin.
Serokê WHO Tedros Adhanom Ghebreyesus da zanîn: “Hin vîrûs hene derzî li dijî wan tune ne, lê derbarê vîrûsa Koronayê de rewş cuda ye û em dikarin vê pandemiyê kontrol bikin.”
Herwiha destnîşan jî kir: “Hemû tiştên pêwîst ji bo rizgarkirina mirovahiyê hene û armanca me ew e, bi Îlona 2022an re ji sedî 70 welatiyên her dewletekê, derziyan werbigirin.”
Diyar kir jî: “Em dikarin xala dawiyê ya vê pandemiyê deynin, ji bo gihîştina vê armancê jî, pêwîstiya me bi 11 milyar daneyên derziyan heye.”
Ev di demekê de ye, vîrûsa Koronayê li zêdetir ji 200 welatên cîhanê belav bûye û hejmara pêketiyan bi ser bi ser 191 milyon kes ketiye û zêdetir ji 4.11 milyon pêketî jî can dane.
Li gor amaran jî, zêdetir ji milyarek kesî li seranserî cîhanê (bi rêjeya 13.2 ji sedî) derziyên li dijî vîrûsa Koronayê wergirtine.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin