Wezîrên Erebistana Siûdî û Îranê pistî 7 salan civiyan

07 nîsan 2023 00:03
Wezîrên Erebistana Siûdî û Îranê pistî 7 salan civiyan

PeyamaKurd – Piştî ku bi navbeynkariya Çînê, welatên Erebistana Siûdî û Îranê biryara asayîkirina têkiliyên dîplomatîk û vekirina balyozxaneyan dan, wezîrên derve yên herdu welatan cara yekem hevdîtina rûbirû kir.

Li paytexta Çînê Pekînê, Wezîrê Derve yê Siûdî Ferhan el Siûd û hempîşeyê wî yê Îranî Huseyîn Emir Ebdullehyan, piştî 7 salan yekem car civiyan.

Hat ragihandin ku di civînê, vekirina dualî ya balyozxaneyan, destnîşankirina balyozan û serdana Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ya çaverêkirî hat gotûbêjkirin.

Pêwendiyên dîplomatîk ên Siûdî û Îranê, piştî ku sala 2016an lîderê Şîe Nimr Bakir el Nimr ji aliyê Erebistana Siûdî ve hatibû îdamkirin, qût bûbûn.

Herwiha herdu welat di şerê Yemenê de jî dijberê hev bûn ku bi salan e ew şer dewam dike.

10ê Adara 2023an li Pekînê, Îranê û Erebistana Siûdî bi navbeynkariya Çînê rêkeftina normakirina têkiliyên dîplomatîk îmze kiribû.