Erebistana Siûdî bi zimaneke tund hişyarî da Îranê: Sebra me ne bêsînor e
Wezîrê Derve yê Erebistana Siudî Mîr Fêysel bîn Ferhan, ji ber êrişan Îran bi zimaneke tund hişyar kir û got, li hember van êrişan sînoreke sebra wan heye. Ferhan da zanîn ku bersivdayîna leşkerî jî wekî vebijêrkekê li ber wan e.
RûpelNews - Wezîrê Derve yê Erebistana Siudî Mîr Fêysel bîn Ferhan diyar kir ku xwegirtina wan li hember êrîşên zêde ên Îranê "ne bêsînor e". Vê yekê nîşan da ku destwerdana leşkerî li dijî Îranê wekî vebijarkek dimîne.
Piştî civîneke awarte ya wezîrên derve yên Erebî û Îslamî ku li Riyadê hat lidarxistin, di axaftina xwe ya ji bo rojnamevanan de got, "Erebistana Siudî û hevkarên wê xwedî şiyanên girîng in, û sebra ku me nîşan daye ne bêsînor e. Dibe ku rojek, du roj an hefteyek be; ez ê nebêjim."
'Em mafê xwe diparêzin ku li dijî Îranê tedbîrên leşkerî bi kar bînin’
Di hin daxuyaniyên xwe yên herî tund de ji destpêka pevçûnê ve, Mîr Faysal hişyarî da ku Erebistana Siûdî 'mafê xwe yê destpêkirina operasyonên leşkerî heger pêwîst bê dîtin, diparêze.
Ji aliyê din ve Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî ragihand ku moşekeke balîstîk û heşt firokeyên bêmirov (dron) li esmanê welêt hatine têkbirin.
Li gorî daxuyaniyeke berdevkê wezaretê, moşek û firokeyên bêmirov ên ku ber bi herêma rojhilat ve diçûn, ji aliyê sîstemên parastina hewayî ve hatin astengkirin û jinavbirin.
Daxuyanî bi rêya platforma medyaya civakî ya wezaretê, X (Twitter), hate ragihandin.
"Di saeta dawî de pênc dronên din hatin xistin"
Erebistana Siûdî berê ragihandibû ku pênc dronên ku dihat gotin ji Îranê hatine avêtin, di nav saeta dawî de ji aliyê sîstemên wê yên parastina hewayî ve hatine bêbandor kirin.
Aloziyên li herêmê berdewam dikin
Aloziyên li Rojhilata Navîn zêde dibin, û pevçûna di navbera Îsraîl, DYA û Îranê de dijwar dibe. Piştî êrîşên ku di 28ê Sibatê de dest pê kirin, Îranê ne tenê li dijî Îsraîlê lê herwiha li dijî armancên li çend welatên herêmî jî, di nav de Qeter, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî û Behreyn, ku baregehên leşkerî yên DYA lê hene, êrîş pêk anîn.
Hejmara qurbaniyan zêde dibe
Rayedarên Îranê ragihandin ku di êrîşan de hejmareke mezin a mirovan, di nav de kesayetiyên payebilind jî hene, jiyana xwe ji dest dane. Li gorî daxuyaniyan, hejmara miriyan ji hezar û 348an derbas bû, di heman demê de hejmara birîndaran ji 17 hezarî zêdetir bû.
