Wezîrê Tenduristiyê: Pêla çarem a Koronayê û Omîcron li Herêma Kurdistanê belav bûye
12 rêbendan 2022 17:59
PeyamaKurd – Wezîrê Tenduristiya Kurdistanê di peyamekê de diyar dike, pêla çarem a Koronayê û vîrusa nû ya bi navê Omîcron li Herêma Kurdistanê belav bûye.
Wezîrê Tenduristiya Kurdistanê Dr. Saman Berzencî di peyameke vîdeoyî de da zanîn, pêla çarem a Koronayê û vîrusa nû ya wê nexweşiyê Omîcron li Herêma Kurdistanê belav bûye.
Dr. Saman Berzencî eşkere dike, divê tedbîrên xweparastinê zêdetir bên kirin, derziyê li xwe bidin, maskê bikar bînin û ji cihên qerebalix dûr bikevin.
Wezîrê Tenduristiyê herwiha ji welatiyan xwest, eger nîşanên nexweşiyê di wan de hebin bila serdana navendên Koronayê bikin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Wezîrê Tenduristiyê hisyarîya bilindbûna amarên koronayê da
14 sbt 2021
Koçber
Wezareta Tenduristiyê biryara doza çarem a derziya koronayê da
26 îln 2022
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin