Wezîrê Tenduristiya Iraqê: 3 milyon derziyên Koronayê di 3 hefteyan de digihêje Iraqê
02 sibat 2021 14:59
PeyamaKurd – Wezîrê Tenduristiya Iraqê diyar kir, di nav 3 hefteyan de, dê 3 milyon dane derziyên Koronayê bigihê destê wan.
Wezîrê Tenduristiya Iraqê Hesen Temîmî do destnîşan kir, di nav sê hefteyan de, dê pişka yekem ya derziya Koronayê, ku 3 milyon dane ne, bigihê destê wan.
Wezîrê Tenduristiya Iraqê da zanîn, beriya her kesî dê karmendên wezareta tenduristiyê, karmendên dezgehên ewlehiyê û yên ku temenê wan ser 50 salî re ye û ew nexweşên ku bergiriya laşê wan lawaz e, bên derzîkirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Hikûmeta Iraqê 18 milyon dozên din ên derziyên Koronayê dikire
27 mjd 2021
Jiyan
Iraqê ji Çînê daxwaza du milyon derziyên dijî Koronayê kir
13 adr 2021
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin