Wezîrê Petrola Îranê: Ti welatek xwe nêzî hevkariya bi me re nake
PeyamaKurd – Wezîrê Petrol û Gazê yê Îranê Bîjen Namdar zengene di daxuyaniyeke medyayî de got ku niha ti welatek ji bo hevkariyê xwe nêzî wan nake.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNAyê Zengene gotiye, "Wê girêbesta Qada Gazê ya Ferzad B di demeke nêzîk de bi kompaniyeke Îranî re bê îmzekirin. Niha ti welatek di ti waran de ji bo hevkariyê xwe nêzî me nake.”
Zengene herwiha diyar kir ku niha di warê hilberîna petro-kîmyayê de îsal gihîştine 25 milyon tonan û derbarê hinardeyê de jî got ku ji ber dorpêçên Amerîkayê ew naxwazin agahiyan bidin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî vekişandina Amerîkayê ji peymana nukleerî ya Îranê, di 8ê Gulana 2018an de, dorpêçên nû bi ser Îranê de hatibûn sepandin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin