Wezîrê Pêsmerge bi Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê re civiya

11 adar 2022 15:32
Wezîrê Pêsmerge bi Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê re civiya

PeyamaKurd Wezareta Pêşmerge bi daxuyaniyekê diyar kir, Wezîrê Pêşmerge bi Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê re, li ser hemahengiyên navbera her du wezaretan û mijara fakulteyên serbazî civiya.

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê da zanîn, di civînê de Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl bi Wezîrê Berevanî yê Iraqê Cume Înad re, proseya fakulteyên serbazî û pêşvebirina asta zanistî ya wan navendên serbazî û encamdana rahênana hevbeş a Pêşmerge û artêşa Iraqê bi hev re, gotûbêj kirin.

Herwiha Wezareta Pêşmerge eşkere kir, ji bo parastina asayîş û seqamgîriya Herêma Kurdistanê û Iraq û navçeyê, her du aliyan tekezî li ser bihêzkirina zêdetir a hemahengiyên navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê kirin.