Ji Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê hisyariya serê navxwe | Em nahêlin

06 rêbendan 2021 15:34
Ji Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê hisyariya serê navxwe | Em nahêlin

PeyamaKurd –   Li ser serhildana şerê navxwe yê Iraqê, Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê hişyarî dide û dide zanîn, berdewambûna armanckirina Devera Kesk a Bexdayê û nûnerên dîplomatîk, welêt ber bi şerê navxweyî dikşîne.

Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê Cuma Înad ji kanala El Erebiye re destnîşan kiriye:

“Berdewambûna armanckirina Devera Kesk a Bexdayê û nûnerên dîplomatîk, welêt ber bi şerê navxweyî dikşîne, ku dê tenê welatiyên Iraqê bibin qurbanî.”

Cuma Înad diyar dike, hê jî pêwîstiya Iraqê bi Hevpeymaniya Navdewletî heye ji bo piştevaniya artêşa Iraqê û dibêje:

“Em ji bo parastina nûnerên dîplomatîk û desteserkirina kesên ku mûşekan diavêjin, dixebitin.”

Cuma Înad eşkere dike:

“Hinek kes dixwazin me bixin nav rûbirûbûneke çekdarî, em jî rê nadin bûyerên bi vî rengî.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, di demên dawî de bi awayekî berdewam gef li ser Devera Kesk a Bexdayê hebû, ku saziyên Hikûmetê, nûnerên dîplomatîk, balyozxaneyên welatan û baregeha rêxistinên navdewletî li wir in.