Wezîrê Kurd ê Brîtanyayê: Divê Hewlêr û Bexda kêseya enerjîyê çareser bikin
PeyamaKurd - Wezîrê Darayî yê Brîtanya Nedîm Zehawî ku bi xwe Kurd e ji Hewlêr û Bexdayê daxwaz kir ji bo aramî û îstiqrara Iraqê ku pirsgirêkên xwe yên derbarê petrol û gazê de çareser bikin.
Wezîrê Darayî yê Brîtanyayê Nedîm Zehawî ku bi armanca civîna ligel hevtayê xwe yê Amerîkî û beşdariya di civîna wezîrên darayî yên G7an, ji bo gotûbêjkirina mijarên girêdayî enerjiyê û çareserkirina krîza enerjiyê yê piştî şerê Ukraynayê rû daye, serdana Washingtonê kir.
Zehawî bal kişand ser kêşeya enerjiyê (petrol û gazê) ya navbera hikûmeta Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Iraqê û got: “Tekez ez Serokwezîrê Herêma Kurdistanê han didim ku rijd be li ser pêngavên xwe ji bo bigihin encamekê ku bikarin bi hev re kar bikin daku tevahiya Iraqê aram, bi istiqrar û xweşguzeran be.”
Wezîrê Darayî yê Brîtanyayê ji peyamnêrê Rûdawê re daye xuyakirin: “Ez Serokwezîrê Iraqê nas dikim û ew jî piştevanekî mezin e ji bo ku pêwendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê serkeftî bin û bibin sedema xweşguzeraniyê ji bo tevahiya Iraqê.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin