Wezîrê karên derve yê Çînê yê nûh ewilî seredana Tirkiyê kir
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Çînê yê berê Quin Gang mehekiye ti agahî jê tine û dewleta Çînê di şûna wî de Wang Yi tayîn kir. Wang Yi endamê polîtburoya Partiya Komunîst ya Çînê û rêvebirê komîta karên derve yê Çînê ye. Wang Yi çawa dest bi wezîfa xwe kir, seredana ewilî ji bo Tirkiyê kir û bi wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan re civiya. Di pey de li Kulliyê seredana Erdoğan kir. Civîna navbera Erdoğan û Wang Yi ji bo çapemeniyê girtîbû.
Di hevdîtinan de li ser têkiliyên navbera Çînê û Tirkiyê bi hûrahî rawestiyan. Di mijarê de serokatiya ragihandina serokkomariya Tirkiyê weha got:
“Erdoğan Wang Yi qebûl kir û di hevdîtinê de ji bo komîteyên navbera her dû dewletan bêhtir aktif bibin yên weke Mekanîzmayên îstîşarê yên wezaretên karên derve, îstîşareyên konsulxaneyan, komîsyona têkil ya aboriyê. Erdoğan behsa Hewldana rê û ‘nesla nûh ya Çînê’, ‘hewldana Tirkiyê ya Korîdora Orte ya Tirkiyê’ kir û bi vê armancê xwest ku civîna yekem ya ‘Grûba Xebatê ya di Asta Bilind’ de çêbibe.”
Erdoğan di dewama axaftina xwe de behsa bazirganiya navbera Çînê û Tirkiyê ji bo bikeve rê, divê her dû teref veberhênan zêde bikin û her dû dewlet di mijarên navdewletî û herêmî de hevkariya xwurt bikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin