Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê serdana Bexdayê dike
08 hezîran 2021 16:58
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê, roja Çarşemê serdana Bexda ya paytexta Iraqê dike.
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Iraqê Ehmed Sehaf bi daxuyaniyekê diyar kir: ‘‘Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê Dominic Raab roja çarşemê ango 09.06.2021ê dê serdana Bexdayê bike.
Di vê serdana ku dê rojekê berdewam bike de, Dominic Raab dê bi Wezîrê Karên Derve û hersê serokatiyên Iraqê bicive.
Wek serdanên hemû berpirs û rêveberên cîhanî, bendewarî heye Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê piştî serdana xwe ya Bexdayê, serdana paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê jî bike û li gel berpirsên payebilind ên Kurdistanê bicive.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê, serdana Ukraynayê kir
17 sbt 2023
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin