Wezîrê Îranê bi twîtekê bersiva twîta Trump da: Nikare…
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf bersiv da daxuyaniya şevê din a Serokê Amerîkayê Donald Trump ku gotibû, “Heke Îran şer dixwaze ev dê bi fermî dawiya wê be. Car din Amerîkayê tehdît neke!.”
If Iran wants to fight, that will be the official end of Iran. Never threaten the United States again!
— Donald J. Trump (@realDonaldTrump) 19 Mayıs 2019
Zerîf li ser hesabê xwe yê twitterê got, “Terora aborî û zorbatiya xwekujî nikare dawiya Îranê bîne.’’
Wezîrê Îranê Cewad Zerîf wiha got: “Donald Trump bi tîma şêwirmend John Bolton ve hêvîdar e wan armancan pêk bîne ku Îskenderê Makedonî, Cengîzxanê Moxolî û zalimên din nekarin bikin.”
Goaded by #B_Team, @realdonaldTrump hopes to achieve what Alexander, Genghis & other aggressors failed to do. Iranians have stood tall for millennia while aggressors all gone. #EconomicTerrorism & genocidal taunts won't "end Iran". #NeverThreatenAnIranian. Try respect—it works!
— Javad Zarif (@JZarif) 20 Mayıs 2019
Zerîf herwiha got: “Îran bi hezaran sal e bihêz maye. Di demeke ku hemû zalim ji nav çûne, bi terora aborî û zordariya xwekujî nikare dawiya Îranê bîne.’’

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin