Wezîrê Fransa: Hêzên cîhanê û Îran nêzîkî rêkeftina atomî bûne

28 adar 2022 17:24
Wezîrê Fransa: Hêzên cîhanê û Îran nêzîkî rêkeftina atomî bûne

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian derbarê danûstandinê vegera li peymana nukleerî de ku li Vîyenayê pêk tên got, hêzên cîhanê û Îran li ser peymana atomî nêzî lihevkirinê bûne.

Le Drian, îro Duşemê paytexta Qeter Dohayê di civîneke rojnamevanî de da zanîn ku bi tenê hin xal mane ku divê bên çareserkirin.

Hêjayî gotinê ye, Nûnerê Taybet yê Amerîka yê ji bo Îranê Robert Malley jî 27ê Adarê gotibû ku ew ne bawer e bi Îranê re peymaneke atomî çêbibe.

Malley bi bîr xistibû, danûstandinên li Vîyana 11 meh in didomin, lê her diçe hêvîyên wan kêm bibin.