Wezîrê Derve yê Rûsyayê Hakan Fîdan pîroz kir
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov pîrozbahî li Hakan Fîdan kir ku di kabîneya nû ya ku ji aliyê Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ve hat ragihandin, weke Wezîrê Karên Derve hat tayînkirin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Rûsyayê, Lavrov û hevtayê wî Fîdan bi rêya telefonê axivîn.
Di daxuyaniya hat belavkirin de hat diyarkirin Lavrov ji ber wezîfeya nû ya Fîdan pîroz kir. Hat zanîn ku aliyan amadehiya xwe ji bo berdewamkirina pêwendiyên avaker di navbera wezaretên derve yên her du welatan de tekez kirin.
"Di civînê de li ser projeyên mezin ên enerjiyê, Komîsyona Navdewletî ya Bazirganî û Hevkariya Aborî jî di nav de, nêrîn li ser mijarên sereke yên hevkariya Rûs-Tirkiyê hatin axaftin. Salnameya pêwendiyên dualî yên pêşerojê hatin gotûbêjkirin. Li ser mijarên heyî yên navneteweyî û herêmî hatin axaftin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin