Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar gihîst Bexdayê
18 rêbendan 2021 17:58
PeyamaKurd – Bi şandeyekê re, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar bo çend serdanan gihîşt Bexdayê û bi rayedarên Iraqê re dicive.
Li gor zanyariyan, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar, îro Duşemê serdana Iraqê kir û biryar e li Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re bicive.
Herwiha Akar wê li Bexdayê bi Serokomarê Iraqê Berhem Salih û Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê Cuma Inad re jî hevdîtinê pêk bîne.
Zanyarî didin zanîn, Hulusî Akar piştî serdana Bexdayê û civînên li gel berpirsên wî welatî, biryar e serdana Herêma Kurdistanê jî bike û li gel rayedarên pilebilind ên Herêma Kurdistanê hevdîtinan pêk bîne.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Wezîrê bergiriyê yê Tirkiyê Akar bi wezîrê Îsraîlê re axifî
29 mjd 2022
Jiyan
Fuad Husên û Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê civiyan
19 sbt 2022
Cîhan
Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê li ser operasyona Rojava bi Akar re axivî
01 brf 2022
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin