Mesrûr Barzanî bi Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusi Akar re civiya
19 sibat 2022 15:51
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî do êvarî li bajarê Munich ê Almanyayê, bi Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusi Akar re civiya.
Li gor zanyariyan, her du aliyan di civînê de li ser rewşa Iraq û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê gotûbêj kirin.
Herwiha tekezî li ser girîngiya hemahengiya navbera her du aliyan ji bo seqamgîriya aştî û asayîşa navçeyê kirin.
Hêjayî gotinê ye, beriya niha jî Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û Wezîrê Berevanî yê Îtalyayê Lorenzo Guerini re civiya.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Mesrûr Barzanî û Wezîrê Karûbarên Derve yê Tirkiyê li ser êrîsan axifîn
15 nsn 2021
Jiyan
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mesrûr Barzanî pîroz kir
11 trm 2019
Rojhilata Navîn

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin