Wezîrê Berevaniya Îtalyayê soz dide ku hevkariyên Îtalyayê ji bo Pêsmerge berdewam bin

20 sibat 2020 16:27
Wezîrê Berevaniya Îtalyayê soz dide ku hevkariyên Îtalyayê ji bo Pêsmerge berdewam bin

PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniya Îtalyayê Lorenzo Guerini rola Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de bilind dinirxîne û soz dide ku hevkariyên Îtalyayê ji bo Pêşmerge re berdewam bin.

Piştî civîna bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re, Wezîrê Berevaniya Îtalyayê Lorenzo Guerini li ser hesabê xwe yê medya civakî nivîsî:

Hikûmeta Herêma Kurdistanê dosteke nêzîk ya Îtalyayê ye. Berê jî min serdana Hewlêrê kiribû, niha jî careke din din hevdîtina min bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re pêk hat.

Guerini ragihand ku piştevaniya Îtalya ji bo hêza Pêşmerge dubare teqez dikim û spasiya rola Pêşmerge ya jîr û zîrekane dikim, bi taybet di şerê li dijî DAIŞê de.

Di çarçova serdana xwe bo Îtalyayê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî û şanda pê re bi Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê Lorenzo Guerini re civiyabû.