Serokwezîr Barzanî, pêswazî li Wezîrê Berevaniya Îtalyayê kir

03 gulan 2023 19:30
Serokwezîr Barzanî, pêswazî li Wezîrê Berevaniya Îtalyayê kir

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro pêşwaziya Wezîrê Berevaniya Îtalyayê Guido Crosetto kir.

Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezîrê Berevaniya Îtalyayê, di hevdîtinê de bal kişandiye ser rewşa giştî ya Iraqê û li ser bipêşxistina pêwendiyên dualî yên navbera Herêma Kurdistanê û Îtalyayê.

Di agahiyên ku li ser hevdîtinê hatin ragihandin de hat gotin ku Wezîr Guido Crosetto, silav û vexwandina Serokwezîra Îtalyayê ji bo serdana Romayê gihandin Serokwezîrê Herêma Kurdistanê.

Her wiha hat diyarkirin ku ew xwe wekî dostekî kevin ê gelê Kurdistanê dizane û tekezî li ser berdewamiya piştevaniya Pêşmerge ya ji bo rûbirûbûna terorê û aramkirina aramî û ewlehiyê li navçeyê kir.

Li gorî hat eşkerekirin, Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya rayedarên Îtalyayê jî kir ku pêwendiyên dostane yên Îtalyayê ligel Herêma Kurdistanê hene û ew piştevanê gelê Kurdistanê ye.

Her wiha hat zanîn ku daxwaz ew e ku pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îtalyayê di hemû waran de zêdetir pêşve bibin.